Givaên saziyên ewlehî li ser komek hunermendên Kurd piştî xwendina sirûdek şoreşgerî

Saziyên ewlehî hejmarek ji hunermendên Kurd gazî kirine û ew neçar k

01 December 2023 18:28

 

Hengaw; Înê 1ê Kanûna 2023an

Saziyên ewlehî hejmarek ji hunermendên Kurd gazî kirine û ew neçar kirine ku bi zorê daxuyaniyekê bixwînin û herwisa wan bi neçarî ve sirûdeke hikûmetî xwendine. Ev givaşane piştî pêşkêşkirina sirûda şoreşgerî ya “Qendîl” ji berhema hunermendê koçkirî, Tahîr Xelîlî, bi ser wan de hatiye sepandin. Di nav van hunermendan de Xidir Xalidî (Xalê Derzî) jî tê xuya ku tevî kalbûnê hatiye gazîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, saziyên ewlehî di bajarê Serdeştê de bi gazîkirina hejmarek ji hunermendên Kurd ji ber xwendina bi kom a sirûdek şoreşgerî bi zimanê Kurdî, ew neçar kirine ku nivîsekê li dijî hereket û partiyên Kurdistanî yên dijberê Komara Îslamî ya Îranê bixwînin û bi bê meyla xwe helwêstê bigirin.

Hengaw ji rêya çavkaniya xwe ve agehdar bûye ku, ev hunermendane di bin zextên tund ên Îtilaata Spahê û îdareya Îtilaatê de neçar mane sirûdek hikûmetî û daxuyaniyekê bixwînin.

Li gorî gotina çavkaniyek agehdar, kanalên Telegramî yên bajarên cuda yên Kurdistanê, bi zorê tev vîdyoyên pêwendîdar bi xwendina vê sirûdê ji aliyê hunermendên Kurd ve reş kirine û yek ji wan jî, ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye girtin ku Hengaw dê di rojên bê de nasnameya wî eşkere bike.

Herwisa roja Pêncşemî 30ê Mijdarê, van kanalên Telegramî û Instagramî bi taybetî yên Serdeştê di bin givaşan de, vîdyoya sirûda bi zorê ya ku bi ser wan de hatî sepandin a saziyên ewlehî weşandine. Tevî van zextan, çalakvanên çandî û medenî yên Kurdistanê di rûpelên xwe de, piştevaniya xwe ji van hunermendan dane nîşandan.

Gazîkirina van huermendan û sepandina daxuyanî û xwendina sirûda bi zorê ya hikûmetî bi ser wan de piştî wê yekê rû da ku roja 27ê Mijdara îsal, bi awayekî bi kom sirûsa "Qendîl" di bajarê Serdeştê de xwendin. Ev sirûde beşeke hertimî ya wêjeya berxwedan û tevgera demokrasîxwaz a Kurdistanê tê hesibandin.

Xwediyê berhema strana "Qendîl", hunermend "Tahir Xelîlî" ji xebatkarên dehika şêst a Kurdistanê ye ku roja 26ê Mijdara îsal di temenê 67 saliyê de li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistanê koça dawî kir.


Di vî warî de zêde bixwînin