Binçavkirina 118 hevwelatî di meha Mijdara 2023an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di hey

01 December 2023 23:59

 

Hengaw; Şemî 2ê Kanûna 2023an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Mijdara 2023an de herî kêm 118 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin. Ev amare li gorî meha Cotmehê ku 303 hevwelatî hatibûn binçavkirin, 185 halet wate %61 daketiye.

Li gorî vê raporê, herî kêm 44 welatiyên Kurd, 7 Belûç û herwisa 40 jin, 5 zarok û 18 hevwelatiyên Behayî di heyama meha Mijdarê de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û revandin.
 

Zêdetirî ji %43 hevwelatiyên hatinî girtin Kurd û Belûç bûne

Pêka amarên Hengawê, di heyama meha Mijdarê de aliyê kêm 44 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare %37 ji gelempera welatiyên li seranserê Îranê hatine girtin, di heyama meha derbasbûyî de bûye.

Di meha Mijdarê de aliyê kêm 7 welatiyên Belûç jî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku %6 ji gelempera girtiyan e.

Herwisa di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 9 çalakvanên Gîlek, 5 hevwelatiyên Lor û Bextiyarî û 5 hevwelatiyên Tirk ji aliyê saziyên ewlehî yê Îranê ve hatine girtin.
 

Girtina kêmîneyên Olî

Girtina bawermendên kêmîneyên olî, di meha Mijdarê de weke mehên borî ji aliyê saziyên hikûmetê ve berdewam bûye û di meha derbasbûyî de aliyê kêm 26 çalakvanên olî ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî vê raporê, 18 kes ji çalakvanên olî ku hatine girtin ji bawermendên ola Behayî bûne ku 12 kes ji wan jin û 6 kes jî mêr bûn. Herwisa di heyama maha borî de aliyê kêm 4 kes ji bawermendên kêmîneyên olî û Kurdên Yarsan li parêzgeha Kirmaşanê hatine girtin. 4 kes ji çalakvanên Sunî jî li bajarên cuda yên Sîstan û Belûçostan û Kurdistanê hatine girtin.
 

Girtina 40 jin û 5 zarokan di meha Mijdarê de

Pêka amrên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 40 jin li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku %34 ji gelempera girtiyan dike.

Hêjayî gotinê ye ku, di meha  borî de herî kêm 12 çalakvanên jin ên Behayî û 7 çalakvanê jin ên Gîlek û 2 çalakvanên jin ên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî ve hatine girtin.

Herwisa di vê heyamê de, aliyê kêm 5 nûciwanên di bin temen 18 saliyê de li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî û hikûmetî ve hatine girtin û revandin.

Li gorî vê raporê, hemû zarokên ku di meha borî de hatine girtin ji welatiyên Kurd û xelkê bajarê Pîranşehrê bûne.
 

Girtina mamoste û xwendekarên zanîngehê û çalakvanên medyayî

Di heyama meha Mijdara îsal de û li gorî amarên Hengawê, aliyê kêm 2 xwendekarên zanîngehê li bajarên Tewrêz û Meşhedê, herwisa 9 mamoste li bajarên Avdanan, Fîrozabad, Şîraz, Ehwaz û Meşhdê hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye ku di heyama meha borî de, herî kêm 6 rojnamevan û çalakvanên medyayî û 9 hunermend, nivîskar û lîstikvanên sînemayê li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê saziyên hikûmetî ve hatine girtin.
 

Nasnameya van 118 haletan di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin. Bikaranîna van amarane bi îşarekirin bi navê çavkaniyê, rê pê re tê dan.


Di vî warî de zêde bixwînin