Pîranşehr; Sadiq Mahmûdnijad bi 5 sal û 6 meh girtîgehê hate sizadan

Sadiq Mehmûdnijad xwenîşanderê ku di dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê çavê

02 December 2023 11:57


Hengaw; Şemî 2ê Kanûna 2023an

Sadiq Mehmûdnijad xwenîşanderê ku di dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê çavê xwe ve birîndar bibû, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 5 sal û 6 meh girtîgehê hate sizadan. Ev girtiyê han berê jî, di dosyeyek dinê de bi 3 meh girtîgeh û 30 derbên qemçiya hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Sadiq Mehmûdnijad xîzandar, bavê zarokekê û xelkê gundê "Ceran" ê ser bi bajarê Pîranşehrê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi tohmeta "endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û propagende li dijî hikûmetê" bi 5 sal û 6 meh girtîgehê hate sizadan.

Ev xwenîşanderê derbedîtî beriya niha jî, ji aliyê taya 2 a Dadgeha Pîranşarê ve bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa giştî bi rêya beşdarîkirin di xwenîşandanan de", bi 3 meh û 30 derbên qamçiyan hatibû sizadan ku ev sizaye bi valekirina 8 milyon Tumen pere bi sizayê nexdî hate guherîn.

Hengawê beriya niha di raporekê de derheq tendirustiya Sadiq Mehmûdnijad nivîsîbû: Tevî ku heta niha çend caran neştergeriya çav ji bo vî xwenîşanderê birîndar di nexaşxaneyên wek Xumeynî ya Urmiyê, Farabiya Tehranê, Îmam Secad a Ramserê de hatiyê kirin, lê dîtina çavê wî yê çepê pir lawaz bûye û 20 ji sedî daketiye.

Sadiq Mehmûdnijad, roja Duşemî 3ê Tîrmeha 2023an, di mala xwe de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû girtin û roja 27ê Tîrmeha heman salê, bi barimteya 4 milyar Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye, ku Sadiq Mehmûdnijad 21ê Îlona 2022an, di meşa xwenîşandanên girseyî de, li bajarê Pîranşehrê di meydana "Mamosa Hejar" a vî  bajarî de bi gulleyên rasterat ên hêzên ewlehî ji aliyê çavê xwa ve hatibû birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin