Raporek derheq girtin û nediyarbûna qedera Zekeriya Rehmanî yê welatiyê Selasa Bawecanî

Zekeriya Rehmanî, welatiyê ciwan yê xelkê bajarê Selasa Bawecanî nêzîkî 50 roj beriya

02 December 2023 22:23

 

Hengaw; Şemî 2ê Kanûna 2023an

Zekeriya Rehmanî, welatiyê ciwan yê xelkê bajarê Selasa Bawecanî nêzîkî 50 roj beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi derbasbûna 47 rojan ji girtina Zekeriya Rehmanî yê welatiyê xelkê Selasa Bawecanî û rûniştiyê Ciwanroyê ji aliyê îdareya Îtilaatê ve, ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne û lipeyketinên malbata navbirî derheq agahdarbûn ji çarenivîsa wî bê encam mane.

Hengaw agahdar bûye, ku Zekeriya Rehmanî piştî binçavkirinê bo girtîgeha îdareya Îtilaatê ya Kirmaşanê li meydana Neftê hatiye veguhestin û ji vê demê ve ti pêwendiyeke telefonî bi malbata xwe re nebûye û ji mafê destpêregihîştin bi parêzer jî hatiye bêparkirin.

Zekeriya Rehmanî, roja Seşemî 17ê Cotmeha 2023an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku navbirî berê ji bo heyamekê di hikûmeta Herêma Kurdistan de endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bûye û piştî ku ji vê hizbê veqetiya ye, vegeriya bajarê Ciwanroyê.


Di vî warî de zêde bixwînin