Bokan; Du mamosteyên olî hatine binçavkirin

Mamoste Hesen Emînî û Mamoste Mihyedîn Mihemedzade ji kesayetiyên olî yên Kurd û xelkê bajarê Seqizê li b

02 December 2023 22:26

 

Hengaw; Şemî 2ê Kanûna 2023an

Mamoste Hesen Emînî û Mamoste Mihyedîn Mihemedzade ji kesayetiyên olî yên Kurd û xelkê bajarê Seqizê li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 2ê Kanûna 2023an, Mamoste Hesen Emînî, pêşnimêja gundê "Melaler" û Mamoste Mihyedîn Mihemedzade pêşnimêja gundê "Nobar" ê Bokanê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, ev du mamsteyên olî yên bajarê Seqizê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatine girtin û piştre bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî van du mamosteyên olî yên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin