Pênc kolber li sînorên Kurdistanê bi gulleyên hêzên leşkerî hatine birîndarkirin

Rêbwar (paşnavê wî nediyar e) yê kolberê xelkê Banê, Arwîn Reşîdpûr yê xelkê Seqiz

03 December 2023 13:27


Hengaw; Yêkşemî 3ê Kanûna 2023an

Rêbwar (paşnavê wî nediyar e) yê kolberê xelkê Banê, Arwîn Reşîdpûr yê xelkê Seqizê, Kêyhan Emînî yê xelkê Pawe û du kolberên din ên xelkê Pawe ku nasnameya van nediyar e bi gulleyên hêzên leşkerî hatine birîndarkirin. 

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Şemî 2ê Kanûna 2023an, Rêbwar (paşnavê wî nediyar e) xelkê gundê Kêlê yê ser bi bajarê Banê li ser sînorên "Hengejal" yê vî bajarî û Kêyhan Emînî û du kolberên din (ku nasnameya wan nediyar e) yên xelkê gundê Dariyan ê ser bi bajarê Pawe, li ser sînorê "Newsûdê" bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hatine birîndarkirin. 

Li gor gotîna çavkaniyeke agahdar, sê kolberên xelkê Pawê ji ber dijwarbûna birînan, bo nexweşxaneya Quds a vî bajarî hatine veguhestin. Herwiha kolberek din ê bi navê Rêbwar ji ber giranbûna birînên xwe, ji bo navendên pizîşkî yên Tewrêzê hatiye veguhestin. Hengaw agahdar bûye ku 300 gulleyên saçmeî bi laşê Kêyhan Emînî ketine.

Beriya vê yekê jî, roja Çarşemî 29ê Mijdara 2023an, Arwîn Reşîdpûr yê xelkê Seqizê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî), li ser sînorê "Sawcî" yê Merîwanê ji aliyê pêyê xwe ve hatibû birîndarkirin û bo nexweşxaneya Buelî ya bajarê Merîwanê hatibû veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin