Sine; Seywan Îbrahîmî mamosteyê zimanê Kurdî bi 11 sal girtîgehê hate sizadan

Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê Heyeta Birêveberiya Encumen

03 December 2023 21:58

 

Hengaw; Yekşemî 3ê Kanûna 2023an

Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê Heyeta Birêveberiya Encumena Çandî_Civakî ya "Nûjîn"ê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Sine, bi giştî 11 sal girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreş a Sine ve bi serokatiya dadwer Keremî bi tohmeta "pêkanîna deste û grûp bi mebesta têkdana ewlehiyê" bi deh sal girtîgehê û bi tohmeta "propagende li dijî hikûmetê" bi selek girtîgehê û bi giştî, bi 11 sal girtîgehê hate sizadan.

Seywan Îbrahîmî, di meha Tebaxa îsal de jî, di dosyeyeke dinê de, ji aliyê taya 106 a Dadgeha Sizayan a Sine bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa giştî" bi salek girtîgeh, dûrxistin û 40 derbên qamçiyan hatibû sizadan.

Roja 2ê Kanûna îsal, sizayê girtîgeh û qamçiyên navbirî di Dadgeha Pêdeçûnê de hate pesendkirin û sizayê dûrxistana wî bo girtîgeha "Dîzilava" ya Kirmaşanê hate hilweşandin.

Seywan Îbrahîmî, di rûpela xwe ya taybetî de, sedemên dayîna van sizayan ku dike 11 sal girtîge, "berpirsyaretî di Encumena Nûjîn û çalakiyên vê encumenê", "piştevaniya ji berxwedana hevjîna xwe, Zara Mihemedî”, “weşandina wêneyên şehîdan li ser torên civakî” û herwisa “pêwendiya bi kanaleke bi navê Kurd TV re” daye zanîni.
Navbirî gotibû ku haya wî ji hebûna kanaleke bi vî navî tine ye.

Ev endamê rêveberiya Encumena Çandî û Civakî ya Nûjînê, roja Çarşemî 18ê Çileya 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin. Navbirî di dawiyê de, roja Duşemî 13ê Şibata îsal, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Sine hatibû berdan.

Berê jî, Seywan Îbrahîmî, roja 3ê Çileya îsal, di dema ku ji bo lipeyketina dosyeya hevjîna xwe, Zara Mihemedî serdana Dadgeha Şoreş a Sinê kiribû, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û roja 5ê Çileyê, bi danîna barimteyê hate berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin