Bane; Kolberek bi gulleyên hêzên leşkerî hate kuştin

Kolberek ciwan ê xelkê Banê yê bi navê Ahûn Deştî, di dema kolberiyê de li ser sînor

04 December 2023 10:54

 

Kolberek ciwan ê xelkê Banê yê bi navê Ahûn Deştî, di dema kolberiyê de li ser sînorê vî bajarî bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hate kuştin. Bi hesabkirina vî haletê hejmara koberên ku di heyama 9 mehan de li ser sînorê Banê hatine kuştin, giha bi 17 kesan.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha Duşemî 4ê Kanûna 2023an, kolberê  bi navê "Ahûn Deştî" yê temen 28 salî û xelkê gundê “Mîrede” ê ser bi Banê, li ser sînorê Hengejale yê vî bajarî bi gulleyên rasterast ên Hêzên  Sînorî (Hengê Merzî) hate kuştin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev kolbere bi bê agehdarkirina berê hatiye gulebarankirin, û termê navbirî heta dema belavbûna vê nûçeyê radestî malbata wî nehatiye kirin.

Li gor amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka îsal a Rojî ve, eva 17emîn kolber e ku li sînorê bajarê Banê ji aliyê hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye kuştin. .


Di vî warî de zêde bixwînin