Şino; Şeş welatiyên Kurd bi giştî bi heşt sal û şeş meh girtîgehê hatine sizadan

Ebdulkerîm Kakûl, Silêman Gelwanî, Xizir Ebdulahî, Osman Hemzezade, Aram Şe

04 December 2023 13:51

 

Hengaw; DuŞemî 4ê Kanûna 2023an

Ebdulkerîm Kakûl, Silêman şarwêranî, Xizir Ebdulahî, Osman Hemzezade, Aram Şeiban û Fexredîn Podat, welatiyên Kurd yên xelkê Şinoyê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi heşt sal û şeş meh girtîgehê hatine sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Ebdulah Kakûl yê xelkê gundê Hesenûran yê ser bi Şinoyê û Silêman şarwêranî û Xizir Ebdulahî yên rûniştiyên bajarê Şinoyê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokayetiya dadwer Mehdî Rizayî, her yek ji wan bi salk girtîgehê hatine sizadan.

Herwisa Arama Şeiban yê xelkê Şinoyê sê sal û sê meh girtîgeh û Fexredîn Podat yê xelkê gundê "Bîtiryan" û Osman Hemzezade yê xelkê gundê "Qorûşay" yê ser bi Şinoyê, her yek ji wan bi salek û sê meh girtîgehê hatine sizadan.

Pêka goyina çavkaniyek agehdar, Dadgeha Şoreş a Şinoyê ev şeş welatiyên han bi tohmeta "endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi girtîgehê siza dane.

Ev welatiyên han demjimêr 2 heta 4ê sibêdeha roja Yekşemî 9ê Tîrmeha 2023an, di malên xwe de ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi awayekî hovane hatibûne girtin û piştî midehekê, bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Şinoyê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin