Şino; Sizayê 34 sal û 5 meh girtîgeh bi ser 13 welatiyên Kurd de hate sepandin

Ebdulkerîm Kakûl, Silêman şarwêranî, Xizir Ebdulahî , Osman Hemzezade, Aram Şeiban

05 December 2023 10:50

 

Hengaw; Sêşemî 5ê Kanûna 2023an

Ebdulkerîm Kakûl, Silêman şarwêranî, Xizir Ebdulahî , Osman Hemzezade, Aram Şeiban, Fexredîn Pudat, Yeiqûb Mehmûdî Azer, Xweşnav Eynî, Pîrot Tabnak, Yûsif Rehmanî, Ferheng Kiramet, Behmen Mehmûdî Azer û Muhsên Ezîzî, welatiyên Kurd yên xelkê Şinoyê,  ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi giştî bi 34 sal û 5 meh girtîgehê hatine sizakirin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê  dawiyê de, Behmen Mehmûdî Azer, xelkê Şinoyê, Yeiqûb Mehmudî Azer yê xelkê gundê "Sîngan" ê ser bi vî bajarî ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şinoyê ve bi serperestiya dadwer Mehdî Rizayî, bi 7 sala girtîgehê û Xoşnaw Eyînî û Pîrot Tabnak yên xelkên gundê "Sîngan" ê ser bi Şinoyê, Muhsên Ezîzî yê xelkê vî bajarî bi 2 sal girtîgehê, Ferheng Kiramet yê xelkê gundê "Sîngan"a Şinoyê bi 2 sal û 6 meha, Yûsif Rehmanî yê xelkê Şinoyê jî, bi 2 sal girtîgehê hatine sizakirin.

Herwiha Ebdulkerîm Kakûl, xelkê gundê "Hesennûr" yê Şinoyê, Silêman şarwêranî û  Xizir Ebdulahî herduk rûniştiyên bajarê Şinoyê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Şinoyê ve bi serperestiya dadwer Mehdî Rezayî, her yek bi salek girtîgehê hatine sizakirin. Herwis Aram Şeiban xelkê Şinoyê bi 3 sal û 3 mehan, Fexredîn Pudat yê xelkê gundê "Bîtriyan" yê Şinoyê, Osman Hemzade yê xelkê gundê "Qûrşuşayî" yê ser bi bajarê Şinoyê, her yek bi salk û sê meh girtîgehê hatine sizakirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, Dadgeha Şoreş a Şinoyê, ev 6 welatiyên Kurd bi tohmeta "endametî û hevkarî bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re" bi giştî bi 34 sal û 5 meh girtîgehê siza dane.

Ebdulkerîm Kakûl, Silêman şarwêranî, Xizir Ebdulahî , Osman Hemzezade, Aram Şeiban, Fexredîn Pudat demjimêr 2 heya 4 sibêdeha roja Yekşemî 9ê Tîrmeha 2023an di malên xwa de ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi awayekî hovane hatine binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Şinoyê hatibûne berdan.

Heft welatiên dinê jî di Tîrmeha par de , ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin