Sînorê Banê; Aliyê kêm 4 kolber bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeî hatine birîndarkirin

Şaxewan Ehmedî û Umîd Yezdanî, du kolberên ciwan ên xelkê bajarê Seqizê û du kolberên din

06 December 2023 15:12

 

Hengaw; Çarşemî 6ê Kanûna 2023an

Şaxewan Ehmedî û Umîd Yezdanî, du kolberên ciwan ên xelkê bajarê Seqizê û du kolberên dinê yên bi navê Perwîz (paşnavê wî nediyar e) yê xelkê Kirmaşanê û Hisam Fatihî yê xelkê Sinê, bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) û di dema lipeykevtin û rvînê de li ser sînorê Banê, bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvariya roja Duşemî 4ê Kanûna 2023an, Şaxewan Ehmedî yê temen 20 salî û Umîd Yezdanî yê temen 23 salî, kolberên xelkê bajarê Seqizê bi gulleyên hêzên sînorî yên li ser sînorê "Hengejale" yê Banê bi giranî birîdar bûn.

Beriya vê yekê jî, êvariya roja Şemî 2ê Kanûna 2023an, kolberê bi navê Perwîz yê xelkê Kirmaşanê bi teqeya rasterast û Hisam Fatihî, kolberê xelkê gundê "Kercû" yê girêdayî bajarê Sinê, ji ber bûyerê di dema lipeykevtin û revînê de ji aliyê hêzên sînorî yên li ser sînorê "Hengejale" yê Banê hatine birîndarkirin.

Şaxewan Ehmedî û Perwîz, bi teqeya rasterast a çekên saçmeyî ji aliyê ling ve û Hisam Fatihî jî, ji ber ketina ji bilindahiyê ve di dema ku dixwast xwe ji gulleyên hêzên sînorî yên Banê biparêzin ji aliyê destê xwe ve bi giranî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin