Du girtiyên Kurd di girtîgeha navendî ya Sinê de hatine darvekirin

Sizayê darvekirina Xalid Rûhî û Sîrûs Heyderî, du girtiyên Kurd di girtîgeh

06 December 2023 15:19

 

Hengaw; Çarşemî 6ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina Xalid Rûhî û Sîrûs Heyderî, du girtiyên Kurd di girtîgeha navendî ya Sinê de hate cîbicîkirin. Ev girtiyên han berê bi tohmetên "kuştina bi zanebûn" bi darvekirinê hatibûn sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 6ê Kanûna 2023an, sizayê darvekirina du girtiyan ên bi navên Xalid Rûhî yê xelkê gundê "Çem Sû" yê girêdayî bajarê Sine û Sîrûs Heyderî, girtiyê temen 60 salî yê rûniştiyê vî bajarî, di girtîgeha navendî ya Sinê de hatine cîbicîkirin.

Hengawê berê li gorî çavkaniyeke agahdar nivîsîbû: Sîrûs Ehmedî 12 sal beriya niha û Xalid Rûhî jî 4 sal beriya niha, bi tohmetên kuştina bi zanebûn hatibûn girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îsalmî ya Îranê ve bi îdamê hatibûn sizadan.

Ev girtiyên han, roja Duşemî 4ê Kanûna 2023an, ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê ji benda giştî ya girtîgeha navendî ya Sinê bo odeya takekesî ya vê girtîgehê hatibûn veguhestin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van girtiyan di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin