Bokan; Luqman Pîşyar bi sê sal girtîgehê hate sizadan

Luqman Pîşyar, welatiyê bajarê Bokanê ku îsal heyama du mehan hatibû binçavkirin, ji aliyê Dezgeh

06 December 2023 17:17


Hengaw; Çarşemî 6ê Kanûna 2023an

Luqman Pîşyar, welatiyê bajarê Bokanê ku îsal heyama du mehan hatibû binçavkirin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi sê sal girtîgehê hate sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Luqman Pîşyar yê 58 salî û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "endam û hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re" bi sê sal girtîgehê hate sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku Luqman Pîşyar di dema binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.

Luqma Pîşyar digel welatiyekî dinê yê xelkê Bokanê yê bi navê Hesen Merdanî yê 60 salî, roja Pêncşemî 10ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hatibûne girtin û di dawiyê de roja Yekşemî 8ê Cotmehê, bi danîna barimteya yek milyar Tumenî, bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Bokanê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin