Seqiz; Girtiyek di girtîgeha navendî de hate darvekirin

Sizayê girtîyekî xelkê Seqizê yê bi navê Kemal Êlhamî di girtîgeha navendî ya vî bajarî de

06 December 2023 23:51

 

Hengaw; Çarşemî 6ê Kanûna 2023an

Sizayê girtîyekî xelkê Seqizê yê bi navê Kemal Êlhamî di girtîgeha navendî ya vî bajarî de hate cîbicîkirin. Girtiyê han berê bi tohmeta destdirêjiyê bi darvekirinê hatibû sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 6ê Kanêna 2023an, sizayê darvekirina Kemal Êlhamî yê xelkê Seqizê li girtîgeha navendî ya vî bajarî, hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agahdar, ev girtiye çar sal berî niha, piştî lêdan û destdirêjîkirin bi ser serbazekî xelkê Mihabadê li derdora Seqizê hatibû girtin û piştre bi tohmeta “destdirêjiya seksî ya bi zorê” bi darvekirinê hatibû sizadan. 

Dezgehên ragihandinê yên navxwe berê bi weşana nûçeya girtina wî girtî îdamkirî, xwe ji dana zanyariyan derheq nasnameya wî parastibûn.
Nûçeya darvekirina Kemal Êlhamî heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û bi taybet yên girêdayî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin