Cotyar Eşrefzade hate girtin û ji bo girtîgeha Nexedê hate veguhestin

Cotyar Eşrefzade, xelkê Pîranşehrê ku di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de hatibû girtin û piştre ji

07 December 2023 10:58


Hengaw; pêncşemî 7ê Kanûna 2023an

Cotyar Eşrefzade, xelkê Pîranşehrê ku di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî de hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatibû sizadan, ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin hate binçavkirin û ji bo girtîgeha navendî ya bajarê Nexedê hate veguhestin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 6ê Kanûna 2023an, Cotyar Eşrefzade, welatiyê xelkê  Pîranşehrê piştî gazîkirin ji bo dadgehê hatiye girtin û ji bo birêvebirina sizayê 21 meh girtîgehê, bo girtîgeha Nexedê hate veguhestin. 

Cotyar Eşrefzade ji girtiyên tevgera Jin, Jiyan, Azadî li bajarê Pîranşehrê, di Tebaxa îsal de, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Pîranşehrê ve bi tohmeta “kombûn û lihevkirina li dijî asayişa netewî” bi sê sal girtîgehê hatîbû sizadan. Ev sizaye piştre ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve bo 21 mehan hatibû kêmkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Mehweş Tewesulî ya xîzana Cotyar Eşrefzade jî, hevdem ji aliyê heman dadgehê ve bi tohmeta propagene li dijî hikûmetê, bi du sal girtî di mala xwe de (bi pêbenda elektronîkî) hatibû sizadan.

Mehweş Tewesulî û Cotyar Eşrefzade, roja 20ê Cotmeha 2022an, di nav xwanîşandanên girseyî yên bajarê Pîranşehrê de, ji aliyê hêzên hikûmetê ve di mala xwe de hatibûne girtin û piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin