Girtin û veguhastina Mehdî Norûzî bo girtîgeha Banê

Mehdî Norûzî, welatiyê Kurd ê xelkê Banê ku ber ji aliyê Dezgeha Dadwer

08 December 2023 13:13

 

Hengaw; Înê 8ê Kanûna 2023an

Mehdî Norûzî, welatiyê Kurd ê xelkê Banê ku ber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîghê hatibû sizadan, ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 2ê Kanûna 2023an, Mehdî Norûzî, welatiyê Kurd ê xelkê Banê piştî gazîkirin bo Birêveberiya Sizayan a vî bajarî, hate girtin û bo birêvbirina sizayê şeş meh girtîgeh yê bi ser de hatî sepandin, bo girtîgeha Banê hate veguhastin.

Mehdî Norûzî berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Banê ve bi serokatiya dadwer Ceiferî bi tohmeta “hevkarîkirin bi partiyeke Kurdistanî re” bi salek girtîgehê hatibû sizadan ku ev sizaye, ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve bi şeşe meh girtîgeh hate kêmkirin.

Mehdî Norûzî, roja Duşemî 11ê Tîrmeha 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî 58 rojan di dawiyê de roja Sêşemî 6ê Îlona heman salê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin