Seyad Derwîşî ji bo girtîgeha Tewrêzê hate veguhestin

Seyad Derwîşî, birayê ciwanê Kurd “Fercad Derwîşî” yê canjidestdayiyê şoreşa Jin, Ji

09 December 2023 11:29

 

Hengaw; Şemî 9ê Kanûna 2023an

Seyad Derwîşî, birayê ciwanê Kurd “Fercad Derwîşî” yê canjidestdayiyê  şoreşa Jin, Jiyan, Azadî  ku di meha borî de li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû binçavkirin, ji bo girtîgeha Tewrêzê hate veguhestin.

Li gor rapora ku gihîştiye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê midehê de Seyad Derwîşî yê endamê malbata dadxwaz yê bajarê Urmiyê ji girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran ji bo girtîgeha Tewrêzê hatiye veguhestin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, Seyad Derwîşî, bi derbaskirina mehek û nîv girtîgeha xwe, ji mafê despêgehiştin bi parêzer û hevdîtina rûbirû bêpar bûye û tenê di pêweniyek kurt a telefonî de veguhestina xwe ji bo girtîgeha Tewrêze ragehandiye.

Seyad Derwîşî, endamê malbata dadxwaz, li 23ê Cotmehê îsal di yek ji şeqamên bajarê Urmiyê de, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedemên girtin û tometên li dijî Seyad Derwîşî hatinî sepandin û rewşa wî di girtîgehê de, ti zanyariyek nû ber dest nîne.

Malbata Derwîşî di meha Tebaxa 2023an de, çend roj beriya salroja canjidestdana “Fercad Derwîşî”,  çend caran rastî gefan hatibûn û di dawiyê de rê li ber lidarxistina merasima bîranîna Fercad Derwîşî li ser gora wî hatibû girtin. Herwiha di van heyamên borî de jî, carek din ji ber wergirtina “diye” û paşekêşekirin ji sikalaya xwe, zext li malbata Fercad Derwîşî hatibû kirin.

Fercad Derwîşî yê temen 23 salî, xelkê gundê Balav ê ser bi bajarê Urmiyê, êvariya roja Sêşemî 20ê Îlona 2022an, li şeqama “Welîesr” a bajarê Urmiyê bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetê birîndar bû û di dema veguhestina bo navendên pizîşkî de canê xwe ji dest da.


Di vî warî de zêde bixwînin