Kuştina jinek ciwan li Urmiyê ji alyê xezûrê xwe ve

Jineke ciwan a xelka Urmiyê ya bi navê Roya Emînî, (wek hatiye zanîn li ser “lihevnekirina devkî” bûye), ji aliyê xezûrê

09 December 2023 12:46

 

Hengaw; Şemî 9ê Kanûna 2023an

Jineke ciwan a xelka Urmiyê ya bi navê Roya Emînî, (wek hatiye zanîn li ser “lihevnekirina devkî” bûye), ji aliyê xezûrê xwe ve bi çekê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 8ê Kanûna 2023an, Roya Emînî ya 24 sal û xelka gundê “Hengrevan” ê ser bi navçeya Soma û Biradosta Urmiyê, ji aliyê xezûrê xwe yê bi navê “Serbaz Badûzade” ve hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, Roya Emînî li gundê Korane yê ser bi Sêroya Urmiyê de, ji aliyê xezûrê xwe ve bi sê gulleyan hatiye kuştin.

Tawanbar piştî qetilkirinê, cihê bûyerê bi cih hêla ye û reviyaye. Zanyariyên serast derbarê kuştina wê jina qurbanî ber dest nînin.

Roya Emînî ya xelka “Hengrevan”a Soma û Biradostê dayîka du zarokan bû.

Siyaseta giştî ya tawankariya Komara Îslamî di mijara tundûtîjiya malbatî û kuştina jinan de, piştevanîkirina ji nîzama mêrsalarî ye. Ev siyasete digel bi tawan nekirina tundûtîjiya malbatî û nehevsengiya tawan û sizayan di vî warî de û nebûna piştevaniya civakî ji jinan re li dijî tundiyê, bûye sedema belavbûn û asayîkirina tawanên li dijî jinan.


Di vî warî de zêde bixwînin