Pênc kolber li ser sînorên Banê û Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine birîndarkirin

Ferhad Sulêymanî û Hemze Sulêymanî, du kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê û du kolberên dinê yên xelkê

09 December 2023 16:02

 

Hengaw; Şemî 9ê Kanûna 2023an

Ferhad Sulêymanî û Hemze Sulêymanî, du kolberên xelkê bajarê Ciwanroyê û du kolberên dinê yên xelkê bajarê Seqizê yên bi bavên Umîd Îbrahîmî û Adil Mihemednijar û herwisa, Keywan (paşnavê wî nediyar e), kolberê xelkê bajarê Pîranşehrê, li ser sînorê bajarên Newsûd û Banê bi teqeya hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 8ê Kanûna 2023an, du kolberên xelkê Ciwanroyê yên bi navên Ferhad Sulêymanî û Hemze Sulêymanî, li bilindahiya sînorê bajarê Newsûd ê Kirmaşanê ji aliyê zik û navtengê ve bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.

Herwisa, roja Pêncşemî 7ê Kanûnê, Umîd Îbrahîmî yê 20 salî û Adil Mihemednijad yê 21 salî, kolberên xelkê Seqizê li ser sînorê "Hengejale" yê Banê bi gullereşandina rasterast a hêzên sînorî hatibûne birîndarkirin. Umîd Îbrahîmî ji aliyê lingê xwe ve hatibû birîndarkirin.

Berî vê yekê jî, roja Sêşemî 5ê Kanûna vê mehê, Keywan (paşnavê wî nediyar e) kolberê xelkê bajarê Pîranşehrê jî, li ser sînorê "Hengejale" yê Banê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên sînorî bi çekên saçmeyî hatibû birîndrakirin.


Di vî warî de zêde bixwînin