Bokan; Raporek li ser nediyarbûna çarenivîsa Ehmed Şayanpûr

Ehmed Şayanpûr, welatiyê Kurd yê xelkê Bokanê ji dawiya meha borî ve ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya

09 December 2023 20:11

 

Hengaw; Şemî 9ê Kanûna 2023an

Ehmed Şayanpûr, welatiyê Kurd yê xelkê Bokanê ji dawiya meha borî ve ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û herwisa qedera wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi derbasbûna 19 rojan ji binçavkirina Ehmed Şayanbûr yê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê Wezarata Îtilaatê ve, ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber det nîne.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, lipeyketinên malbata navbirî li derheq agahdarbûn ji qedera Ehmed Şayanpûr bê encam maye û ev welatiyê han, heta pêwendiyeke telefonî jî bi malbata xwe re nebûye.

Ehmed Şayanpûr, roja Duşemî 20ê Mijdara 2023an, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve li bajarê Bokanê hatibû girtin û ji wê demê ve heta niha çarenivîsa wî û cihê ragirtina wî nediyar e.


Di vî warî de zêde bixwînin