Merîwan; Kawe Kerîmiyan çalakvanê jîngehparêzî bi du sal girtîgehê hate sizadan

Kawe Kerîmiyan, ji çalakvanên jîngehparêzî yên Kurd û endamê Encumena "Kesk a Çiya

10 December 2023 13:03

 

Hengaw; Yekşemî 10ê Kanûna 2023an

Kawe Kerîmiyan, ji çalakvanên jîngehparêzî yên Kurd û endamê Encumena "Kesk a Çiya" ya Merîwanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi du sal girtîgeha ragirtî hate sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 9ê Kanûna 2023an, Kawe Kerîmiyan, ji çalakvanên jîngehparêzî yên naskirî li Merîwanê ji aliyê dadgehê vî bajarî ve bi tohmetên "propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê û hevkarîkirin bi partiyên Kurdistanî re", bi du sal girtîgeha ragirtî hate sizadan.

Ev çalakvanê jîngehparêzî, roja Yekşemî 10ê Îlona 2023an, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin. Navbirî di dawiyê de roja Şemî 14ê Cotmeha îsal, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Di vê pêwendiyê de, bi Kawe Kerîmiyan re zêdetirî 34 endamên dinê yên Encumena jîngehparêzî ya "Kesk a Çiya" jî, di civîna salane ya vê encumenê de ji aliyê hêzên ewlehî ve li Merîwanê hatibûne girtin ku ji bo hinek ji wan dosyeyên dadgehê hatine vekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin