Birîndarbûna nûciwanekî Kurd li ser sînorê Banê + Amar

Nûciwanekî 17 salî yê bi navê Perham Mihemedî, di dema kolberiyê de li ser sînorê B

10 December 2023 20:05

 

Hengaw; Yekşemî 10ê Kanûna 2023an

Nûciwanekî 17 salî yê bi navê Perham Mihemedî, di dema kolberiyê de li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast ya Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) bi dijwarî hate birîndarkirin. Ji destpêka sala 2023an ve heya niha 26 nûciwan li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.

Peka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Şemî 9ê Kanûna 2023an, Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê Hengejale yê ser bi Banê, komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de nûciwanekî Kurd yê bi navê Perham Mihemedî yê xelkê Dêhgulanê hate birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, Perham Mihemedî ji aliyê her du pêyên xwe ve bi gulleyên Saçmeyî bi giranî birîndar bûye û nûciwanê birîndar ji bo tedawiyê bo navendên pizîşkî hetiye veguhastin.

Li gorî belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, Ji despêka sala 2023an ve heya niha, herî kêm 25 nûciwan û zarok li ser sînorên Kurdistanê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin û yek jî hatiye kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin