Nasir Sultanî ji bo girtîgeha Nexedê hate veguhestin

Nasir Sultanî, welatiyê Kurd ê xelkê Pîranşarê, ku beriya niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî

11 December 2023 11:03

 

Hengaw; Duşemî 11ê Kanûna 2023an

Nasir Sultanî, welatiyê Kurd ê xelkê Pîranşarê, ku beriya niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatibû sizadan, ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin hate binçavkirin û ji bo girtîgeha Nexedê hate veguhestin.

Peka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 10ê Kanûna 2023an, Nasir Sultanî yê xelkê gundê "Xorenc" ê ser bi bajarê Pîranşarê, piştî gazîkirin ji bo dadgehê hatiye girtin û ji bo birêvebirina sizayê 9 meh û 15 rojan girtîgehê, bo girtîgeha Nexedê hate veguhestin. 

Nasir Sultanî beriya niha ji aliyê Dadseraya Giştî û Şoreş a bajarê Mehabadê ve bi tohmeta "çalakiyên bangewazî ji bo Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi 9 meh û 15 roj girtîgehê hatibû sizadan.

Ev welatiyê Kurd roja 4ê Tîrmeha îsal ji aliyê hêzên ewelhî ve hatibû girtin, lê piştî demekê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin