Firîşte Husênî ji bo girtîgeha Urmiyê hate veguhestin

Firîşte Husênî, welatiya xelka Bokanê ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Ko

11 December 2023 13:33

 

Hengaw; Duşemî 11ê Kanûna 2023an

Firîşte Husênî, welatiya xelka Bokanê ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatibû sizadan, ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 11ê Kanûna 2023an, Firîşte Husênî a welatiya temen 39 salî û xelka bajarê Bokanê piştî gazîkirin Birêveberiya sizayan a Bokanê hate girtin û ji bo derbaskirina heyama 8 meh girtîgehê bo benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhestin.

Firîşte Husênî roja Çarşemî 24ê Tebaxê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û piştî 18 rojan di 11ê Îlonê de, bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê hatibû berdan.

Ev çalakvana Kurd di dawiyê de, li meha Şibatê ji aliyê taya 101 a Dedgeha Sizayan a Bokanê bi serokatiya Dadwer Emîr Kişawerzî Dîlmeqanî, bi tohmeta "propagende li dijî hikûmetê" 8 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

 


Di vî warî de zêde bixwînin