Suhrab Awîzken hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin

Suhrab Awîzken, ciwanê xelkê Mehabadê û ji girtiyên tevgera Jij Jiyan Azadî ku ji aliyê Dez

11 December 2023 18:17

 

Hengaw; Duşemî 11ê Kanûna 2023an

Suhrab Awîzken, ciwanê xelkê Mehabadê û ji girtiyên tevgera Jij Jiyan Azadî ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi sê sal girtîgeh û sê sal dûrxistinê hatibû sizadan, ji bo birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 9ê Kanûna 2023an, Suhrab Awîzken yê bavê zarokekê piştî vê ku ji aliyê Birêveberiya Sizayan a Dadgeha Giştî û Şoreş a Mehabadê ve hate gazîkirin, li wir hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê sê sal gitîgehê bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin.

Suhrab Awîzken, berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi tohmetên "kombûn û lihevhatin bi mebesta têkdana aramiya giştî û beşdarîkirin di xwenîşandanan de" bi sê sal girtîgeh û herwisa sê sal mana bi zorê di bajarê Zencanê de hatibû sizadan.

Hengawê berê li gorî çavkaniyek nêzî malbata Awîzken nivîsîbû: Suhrab Awîzken tevî vê ku di girtîgeha Spaha Pasdaran de rastî îşkenceyê hatibû, ji bo wergirtina îtirafa bi zorê rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatibû û di heyama girin û lêpêçînê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re û hin mafên destpêkî yên xwe hatibû bêparkirin.

Suhrab Awîzken roja Şemî 19ê Mijdara 2022an, ji aliyê hêzên Saziya Îtilaatî ya Spaha Pasdaran ve hatibû girtin û piştî lêpêçînkirinê di vê saziyê de ji bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin