Bokan; Seidulah Resûlpûr bi girtîgehê hate sizadan û bo girtîgehê hate veguhastin

Seidulah Resûlpûr, ciwanê xwenîşander ê xelkê Bokanêû ji girtiyên tevgera Jij

12 December 2023 12:55

 

Hengaw; Sêşemî 12ê Kanûna 2023an

Seidulah Resûlpûr, ciwanê xwenîşander ê xelkê Bokanêû  ji girtiyên tevgera Jij Jiyan Azadî, piştî ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 9 meh girtîgehê hatibû sizadan, hate girtin û piştre bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 11ê Kanûna 2023an, Seidulah Resûlpûr yê temen 33 salî piştî vê ku bo taya Birêveberiya Sizayan a Dadgeha Giştî û Şoreş a Bokanê hate gazîkirin, li wir hate girtin û ji bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin.

Seidulah Resûlpûr, roja Pêncşemî 30ê Mijdara îsal,  ji aliyê Dadgeha Şoreş a Bokanê ve bi tohmeta "hewldan li dijî ewlehiya netewî" bi 9 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Ev welatiyê ciwan ê xelkê Bokanê, roja Çarşemî 21ê Kanûna 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û di dawiyê de roja 3ê Çileyê bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin