Bokan; Çar welatiyên Kurd hatine girtin û jio bo girtîgehê hatine veguhestin

Celal Emînî, Husên Ehmedî, Kazim Mam Îsmaîl û Yûnis Mehmûdzade yên x

12 December 2023 20:25

 

Hengaw; Sêşemî 12ê Kanûna 2023an

Celal Emînî, Husên Ehmedî, Kazim Mam Îsmaîl û Yûnis Mehmûdzade yên xelkê Bokan ku beriya niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatibûne sizadan, hatine girtin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine veguhestin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 12ê Kanûna 2023an, Celal Emînî û Yûnis Mehmdûzade her yek  ji bo birêvebirina 30 meh girtîgeh û Husên Ehmedî  27 meh û Kazim Mam Îsmaîl jî bo birêvebirina 9 meh girtîgehê, piştî ku bo taya Birêveberiya Sizayan a  Dadseraya  Bokanê hatine gazîkirin, li wir hatine girtin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine veguhestin.

Husên Ehmedî beriya niha bi 3 sal  girtîgehê, Celal Emînî û Yûnis Mehmdûzade her yek bi 3 sal û 8 meh girtîgeh û Kazim Mam Îsmaîl jî bi salek girtîgehê hatibûne sizadan. Taya 101 a Dadgeha Bokanê ev welatiyên Kurd bi tohmeta "hevkarîkirin digel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)" bi girtîgehê siza dabûn û ev sizayene piştî pêdaçûnê hatibûne kêmkirin.

Celal Emînî roja Duşemî 15ê Tebaxa 2022an, dema ku vedigeriya mala xwe ji aliyê hêzên Îtilaata Bokanê ve hatibû girtin û roja 27ê Tebaxa heman salê ji girtigeha Îtilaatê ji bo girtîgeha navendî ya Bokanê hatibû veguhestin û 4ê Îlona 2022an, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê hatibû berdan.

Herwiha Yûnis Mehmûdzade û Kazim Mam Îsmaîl roja 29ê Tebaxa 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û piştî du heftî girtigehê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê hatibûne berdan.

 


Di vî warî de zêde bixwînin