Sê girtî di girtîgeha navendî ya Kerecê de hatine darvekirin

Sizayê darvekirina 3 girtiyên Kurd yên bi navên Emîn Zakirî Kakawend, Rehîm Emîrî yên xe

12 December 2023 21:19

 

Hengaw; Sêşemî 12ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina 3 girtiyên Kurd yên bi navên Emîn Zakirî Kakawend, Rehîm Emîrî yên xelkê Hersînê û Xelîl Hacî Abadî yê xelkê Kengawera Kirmanşanê di girtîgeha navendî ya Kerecê de hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 12ê Kanûna 2023an, sizayê darvekirina Emîn Zakirî Kakawend û Rehîm Emîrî yên xelkê bajarê Hersînê û Xelîl Hacî Abadî yê xelkê bajarê Kengawera Kirmanşanê di girtîgeha navendî ya Kerecê de hate cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, ev sê girtiyên han beriya niha bi tohmetên pêwendîdar bi "madeyên hişber" hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku heftiya borî sizayê darvekirina Mucteba Emîrî yê  kurmamê Rehîm Emîrî di heman girtîgehê de hatibû cîbicîkirin.

Nûçeya darvekirina van sê girtiyan heya belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û bi taybetî ragihandinên nêzî Dezgeha Dadwerî ya Îranê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin