Kirmaşan; Hebîb Rizayî yê kolberê birîndar ji ber kûrahiya birînan canê xwe ji dest da

Hebîb Rizayî, kolberê 52 salî yê xelkê bajarê Ciwanroyê ku bi teqeya rasterast a hêzên leşk

13 December 2023 11:48

 

Hengaw; Çarşemî 13ê Kanûna 2023an

Hebîb Rizayî, kolberê 52 salî yê xelkê bajarê Ciwanroyê ku bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatibû birîndarkirin, piştî mana 17 roj di nexweşxaneya Tliqanî ya Kirmaşanê de canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 13ê Kanûna 2023an, Hebîb Rizayî yê kolberê xelkê Ciwanroyê piştî wê ku bi gullereşandina rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê Newsûdê yê ser bi Kirmaşanê bi dijwarî birîndar bibû, di dawiyê de canê xwe ji dest da.

Ev kolberê Kurd sibêdeha roja Yekşemî 26ê Mijdara 2023an, ji aliyê pişta xwe ve bibû armanca gulleyan û rastî şikestina mohrên piştê û xwînrêjiya tund a hundur hatibû û di beşa lênêrîna taybet a nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê de hatibû razandin.

Termê Hebîb Rizayî ji bo nexweşxaneya Ciwanroyê hatiye veguhastin û rêûresma biaxsipartina wî kolberî dê di goristana "Hecî Îbrahîm" a vî bajarî de bi rê ve biçe.


Di vî warî de zêde bixwînin