Girtiyek di girtîgeha navendî ya Sinê de hate darvekirin

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê "Dawûd Xadem", xelkê bajarê Merîwanê

13 December 2023 12:37

 

Hengaw; Çarşemî 13ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê "Dawûd Xadem", xelkê bajarê Merîwanê ku ber bi tohmeta pêwendîdar bi "kuştina bi zanebûn" bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya Sinê de bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 13ê Kanûna 2023an, sizayê darvekirina Dawûd Xadem, girtiyê 30 salî yê xelkê bajarê Merîwanê di girtîgeha navendî ya Sinê de bi rê ve çû.

Dawûd Xadem bavê du zarokên piçûk e ku çar sal berî niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan. Navbirî 11ê Kanûnê, ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hayibû veguhastin.

Nûçeya darvekirina Dawûd Xadem heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û nemaze ragihandinên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin