Di girtîgeha Kirmanşanê de girtiyekî Kurd hate darvekirin

Sizayê darvekirina Ubeyd Mehmûdî yê xelkê Rewanserê di girtîgeha navendî ya Kirmanşanê de hate cîbicîkirin; girtiyê

14 December 2023 13:45

 

Hengaw; Pêncşemî 14ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina Ubeyd Mehmûdî yê xelkê Rewanserê di girtîgeha navendî ya Kirmanşanê de hate cîbicîkirin; girtiyê han beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" ya jineke 37 salî bi darvekirinê hatibû sizadan. Di heyama 13 rojên borî de herî kêm 13 girtiyên Kurd di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 13ê Kanûna 2023an sizayê Ubeyd Mehmûdî yê xelkê gundê "Qurî Qela" yê ser bi Rewanserê di girtîgeha Dîzil Ava ya Kirmanşanê de hate cîbicîkirîn.

Ubeyd Mehmûdî di Îlona 2021an de bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" a Merziye Hasilî ya xelka gundê Miskînava yê ser bi Rewanserê hatîbû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî a Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hengawê berê di raporekê de pêka zanyariyên çavkaniya xwe tevî îşarekirin bi wê ku bikuj an bikujên wê jinê bi mebesta dizîna zêran ew jine kuştine, ragihandibû: Di vê derbarê de çend kesek digel mêrê wê û heta mêrê wê jinê yê berê jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin.

Merziyê Hasilî roja Pêncşemî 23ê Îlona 2021an de derketibû derê û roja 24ê Îlonê termê vê ku hatibû şewêtandin li rêya Kamêranê hatibû peydakirin. 

Li gorî belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama 13 rojên borî de herî kêm 13 girtiyên Kurd di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin