Mamosta Zana Xûşamin ji bo girtîgeha Nexedê hate veguhestin

Zana Xûşamin, mamostayê Kurd yê xelkê Pîranşarê û yek ji girtiyên tevgera Jin, Jiyan, Azadî, bo

14 December 2023 14:01

 

Hengaw; Pêncşemî 14ê Kanûna 2023an 


 Zana Xûşamin, mamostayê Kurd yê xelkê Pîranşarê û yek ji girtiyên tevgera Jin, Jiyan, Azadî, bo birêvebina sizayê du sal û yek meh girtîgehê ji bo girtîgeha navendî ya Nexdê hate veguhestin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 13ê Kanûna 2023an, Zana Xûşamin yê xelkê gundê “Şînawê” ê ser bi Pîranşarê, piştî ku ji aliyê Birêvebina Sizayan a Dadsera û Şoreş a vî bajarî hate gazîkirin, li wir hat girtin û ji bo birêvebina sizayê du sal û yek meh girtîgehê, bo girtîgeha navendî ya Nexdê hate veguhestin. 

Mamostayê Kurd beriya niha bi tohmeta “endamtî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê” de, ji aliyê taya yekem ya Dadgeha Şoreş a Mihabadê ve bi serokatiya dadwer Emîr Ocaqlo, bi du sal û mehek girtîgehê hatibû sizadan.  Ev sizaye roja Pêncşemî 15ê Hezîrana îsal bi fermî jê re hate ragihandin.

Mamosta Zana Xûşamin yê mamostayê Dibistana Zanistên Olî ya Selahedîn Eyûbî li Pîranşarê, roja pêncşemî 20ê Cotmeha 2022an, di meşa tevgera Jin, Jiyan, Azadî, de tevî hevjîna xwe Sinor Qadrî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin.

Sinor Qadrî piştî du rojan hate berdan û Mamoste Zana Xûşamin ji bo navendeke ewlehî li Urmiyê hate veguhestin. Mamostayê Kurd ku di dema girtina xwe de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer bêpar bû, piştî çend mehan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Nexedê hate berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin