Birîndarbûna 5 kolberan li ser sînorên Bane û Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve

Du kolberên xelkê Seqizê yên bi navên Ferhad Mihemedî û Kêywan Ehmedî, kolberek xelkê D

14 December 2023 14:51

 

Hengaw; Pêncşemî 14ê Kanûna 2023an

Du kolberên xelkê Seqizê yên bi navên Ferhad Mihemedî û Kêywan Ehmedî, kolberek xelkê Dîwanderê yê bi navê Mehmûd Kamiranî, Ferdin (paşnavê wî nediyar e) yê xelkê Pawê û kolberkî din ku xelkê Rewanserê ye û heya niha nasnameya wî diyar nîne li ser sînorên Bane û Newsûdê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Îranê hatine birîndarkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 12ê Kanûna 2023an, Keywan Ehmedî yê 34 salî, Ferhad Mihemedî yê 27 salî yên xelkê Seqizê û Mehmûd Kamiranî yê 21 salî û xelkê Dîwanderê bi teqeya Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sinorê "Hengejale" yê girêdayî bajarê Banê hatine birîndarkirin.
Herwiha kolberekî din ê bi navê Ferdîn yê xelkê gundê "Belebizan" ê ser bi bajarê Pawê û kolberekî din yê xelkê gundê "Tazava" yê ser bi navçeya Şaho a Rewanserê li ser sînorê Newsûdê yê ser bi Kirmanşanê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî)  hatine birîndarkirin.

Di nav kolberên birîndarbûyî de, rewşa tendirustiya Ferhad Mihemedî gelek xirab e û ew kolberê birîndar di bin çavdêriya pizîşkî de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin