Pîranşehr; 4 mamosteyên olî bi 11 sal girtîgehê hatine sizadan

Çar mamosteyên olî yên xelkê bajarê Pîranşehrê yên bi navên Şerîf Mehmûdpûr, Seyîd Silêm

15 December 2023 13:08

 

Hengaw; Înê 15ê Kanûna 2023an
Çar mamosteyên olî yên xelkê bajarê Pîranşehrê yên bi navên Şerîf Mehmûdpûr, Seyîd Silêman Ehmedî, Seyîd Cemaledîn Wajî û Yûnis Nûxah ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan ve bi giştî bi 11 sal girtîgehê hatine sizadan. Ev 4 mamosteyên olî sala borî li derheq tevgera Jin, Jiyan, Azadî hatibûne girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, mamoste Şerîf Mehmûdpûr û mamoste Seyîd Cemaledîn Wajî, pêşnimêjên gundê "Peswê" yê Pîranşehrê her yek bi 2 sal girtîgehê, mamoste Seyîd Silêman Ehmedî, mamosteyê Dibistana Zanista Olî ya "Selahedîn Eyûbî" ya ser bi bajarê Pîranşehrê bi 4 sal girtîgehê û mamoste Yûnis Nûxah ku navbirî jî, ji mamosteyên Dibistana Zanista Olî ya "Selahedî Eyûbî" ya vî bajarê ye, bi 3 sal girtîgehê hatine sizadan.

Ev mamosteyên han bi tohmetên "wajokirina daxuyaniya mamosteyên Kurdistanê ji bo piştevanîkirin ji tevgera Jin, Jiyan, Azadî û beşdarîkirin di xwenîşandanan de, hewldan li dijî ewlehiya netewî û xapandina hizra giştî" ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan a Komara Îslamî ya Îranê ve li Urmiyê bi girtîgehê hatine sizadana.

Mamoste Seyîd Silêman Ehmedî û mamoste Yûnis Nûxah, roja Sêşemî 24ê Çileya 2023an, hatibûne binçavkirin û di dawiya meha Şibatê de bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibûne berdan.

Herwisa, mamoste Seyîd Cemaledîn Wajî, mamoste Şerîf Memûdpûr, êvariya roja Duşemî 23ê Çileya 2023an hatibûne girtin û di rojên 8 û 12ê Şibata heman salê de, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayekî demkî hata dawî qonaxên Dadgehê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin