Seqiz; Eyûb Cewanpûr bi çar sal girtîgeh û 15 meh dûrxistin hate sizadan

Eyûb Cewanpûr ji ziyandîtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ku 6 mehên derbasbûyî di g

15 December 2023 20:26

 

Hengaw; Înê 15ê Kanûna 2023an

Eyûb Cewanpûr ji ziyandîtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ku 6 mehên derbasbûyî di girtîgehê de bû, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê di du dosyeyan de bi giştî bi çar sal girtîgeh û 15 meh dûrxistin hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Eyûb Cewanpûr, çalakvanê medenî yê xelkê Seqizê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî bi tohmeta "propagende li dijî hikûmetê" bi salek girtîgehê û 15 meh dûrxistin bo bajarê Bawî yê ser bi parêzgeha Xûzistanê hate sizadan.

Herwisa sizayê 17 sal girtîgeha Eyûb Cewanpûr ku ber ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê ve di dosyeyek dinê de hatibû danê, bi nîşandana nerazîbûna navbirî, ev sizaye bi sê sal girtîgehê hate kêmkirin.

Ev çalakvanê medenî di dosyeya navbirî de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serokatiya Keywan Cehanî bi tohmetên "komkirina zêdetirî du kesan ji bo têkdana ewlehiyê û bêrêzîkirin bi Xumeynî û Xamineyî, propagende li dijî hikûmetê bi anîna xwarê ya alayê" bi giştî bi 17 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Hengawê berê bi îşarekirin bi veguhastina Eyûb Cewanpûr di roja Şemî 15êTîrmehê de ji girtîgeha Îtilaata Sinê bo girtîgeha navendî ya Seqizê li gorî şahidhalan nivîsîbû, ev çalakvanê medenî di rewşeke fîzîkî û derûniya pir xirab de ye û cihê îşkenceya gelek dijwar li ser laşê wî hatiye dîtin.

Eyûb Cewanpûr, roja Şemî 10ê Hezîrana 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve di mala xwe ya Seqizê de hatibû girtin û ji bo girtîgeha Îtilaatê ya Sinê hatibû veguhastin û paşê midehekê bo girtîgeha navendî ya Seqizê hatibû veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev çalakvanê medenî di meşa tevgra Jin Jiyan Azadî de birîndar bibû û midehekê di girtîgehê de mabû. Navbirî ji ber çalakiyên xwe yên ber di sala 2018an de jî rastî sepandina sizayê dadgehê hatibû.


Di vî warî de zêde bixwînin