Bokan; Sepandina sizayê sê sal girtîgehê bi ser Hesen Merdanî de

Hesen Merdanî yê xelkê Bokanê ku îsal heyama 2 mehan hatibû girtin ji aliye Dezgeha Dadwerî ya Komar

16 December 2023 12:50

 

Hengaw; Şemî 15ê Kanûna 2023an

Hesen Merdanî yê xelkê Bokanê ku îsal heyama 2 mehan hatibû girtin ji aliye Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Iranê ve bi 3 sal girtîgehê hate sizadan. 


Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Hesen Merdanî, temen 65 salî yê xelkê Bokanê, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Bokanê ve bi tohmeta "endametî û hevkarîkirin digel Hizba Demokrat a Kurdistana Iranê" bi sê sal girtîgehê hate sizadan.

Her di vê derbarê de, di heyama rojên borî de, Luqman Pîşiyar yê 58 salî yê xelkê bajarê Bokanê ku digel Hesen Merdanî hatibû girtinê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "endametî û hevkarîkirin  digel yek ji partiyên Kurdistana Îranê " bi sê sal girtîgehê hatibû sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku her du welatiyên Kurd, di dema binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatên xwe re hatibûne bêparkirin.

Her du welatiyên hanê, roja Pêncşemî 10ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hatibûne girtin û di dawiyê de roja Yekşemî 8ê Cotmehê, bi danîna barimteya yek milyar Tumenî, bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Bokanê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin