Mahabad; Bi giştî 90 meh girtîgeh bi ser Eşkan Fehîm û Mihemed Tedînî de hate sepandin

Eşkan Fehîm yê ciwanê Mehabadê û Mihemed Tedînî yê xelkê Merîwanê ku li dawi

16 December 2023 17:01

 

Hengaw; Şemî 16ê Kanûna 2023an


Eşkan Fehîm yê ciwanê Mehabadê û Mihemed Tedînî yê xelkê Merîwanê ku li dawiya Havîna îsal hatibûn girtin, her yek ji wan ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 45 meh girtîgehê hatine sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Eşkan Fehîm yê xelkê Mehabadê û Mihemed Tedînî yê xelkê Merîwanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer Dostî bi tohmeta "kombûn û lihevkirin” her yek bi 45 meh girtîgehê hatine sizadan.

Eşkan Fehîm û Mihemed Tedînî ku sê mih in di girtîgehê de ne, wekî sizayê tevawker bi 2 sal dûrxistinê hatine sizadan. Herwiha tevî têkçûna rewşa tendirustiya Eşkan Fehîm û pêwîstiya lezgîn bi dermankirinê, dadwerê dosyeyê ji bo berdana wî ya demkî bi barimteyê û pêragihîştin bi rewşa wî xwe dûr digire.

Hêjayî gotinê ye ku ev du ciwan ji bo wergirtina îtirafên bi zorê, li girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran a li binkeya El-Mehdî ya bajarê Urmiyê, rastî îşkenceyên fîzîkî û derûnî hatibûn.

Eşkan Fehîm û Mihemed Tedînî tevî du welatiyên din ên bi navên Riza Endîşe û Rizgar Rehîmiyan, sibeha roja Înê 15ê Îlona 2023an, di malekê de li taxa Meydana Îstîqlal a bajarê Mehabadê, bi awayekî hovane ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatine girtin. Riza Endîşe di 15ê Cotmehê de û piştî demeke kurt Eşkan Fehîm, Rizgar Rehîmiyan û Mihemed Tedîtî bo girtîgeha Mehabadê hatine veguhestin. Riza û Rizgar bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatine berdan û Eşkan û Mihemed jî heta niha di girtîgeha Mehabadê de girtî ne.


Di vî warî de zêde bixwînin