Kolberek bi teqeya hêzên Spaha Pasdaran hate kuştin

Kolberekî Kurd ê rûniştiyê bajarê Merîwanê yê bi navê Elî Qadirî, di dema kolberiyê de li ser sînorê vî bajarî

18 December 2023 23:21

 

Hengaw; Duşemî 18ê Kanûna 2023an

Kolberekî Kurd ê rûniştiyê bajarê Merîwanê yê bi navê Elî Qadirî, di dema kolberiyê de li ser sînorê vî bajarî bi gulleyên rasterast ên hêzên Spaha Pasdaran di nav sînorên hikûmeta Herêma Kurdistanê de hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, berî nîveroya roja Duşemî 18ê Kanûna 2023an, Elî Qadirî, xelkê gundê "Zinûrî" yê ser bi Kelaterzanê û rûniştiyê bajarê Merîwanê, bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran di dema kolberiyê de hate kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, ev kolberê han ku bavê çar zarokan bûye, li ser sînorê "Asinava" yê ser bi bajarê Merîwanê û di demekê de ku di nav axa Herêma Kurdistanê de bûye, bi bê agahdarkirina berê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatiye gullebarankirin û jiyana xwe ji dest daye.

Hengawê zaniye ku ev kolberê han ji aliyê dilê xwe ve bûye armanca gulleyan û termê navbirî ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve di nav axa Herêma Kurdistanê de bo nav sînorê Merîwanê hatiye veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin