Li sînorê Bane û Newsûdê sê kolber bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hatine birîndarkirin

Du kolberên Kurd nê xelkê Pawê yên bi navên "Arman Ehmedî û Kosar Petiyam" l

19 December 2023 14:53

 

Hengaw; Sêşemî 19ê Kanûna 2023an


Du kolberên Kurd nê xelkê Pawê yên bi navên "Arman Ehmedî û Kosar Petiyam" li sînorê Newsûdê û Umîd Êlhamî yê kolberek ciwanê ê xelkê Seqizê li ser sînorê Hengejale yê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî18ê Kanûna 2023an, Arman Ehmedî û Kosar Petiyam yên xelkê gundê “Deşe” yê ser bi bajarê Paweyê li ser sînorê Newsûdê, ji aliyê Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) ve hatine birîndarkirin.

Hevdem kolberê Kurd yê bi navê Umîd Êlhamî yê temen 24 salî û xelkê Seqizê ji aliyê hêzên hikûmetê ve li ser sînorê Hengejale yê ser bi Baneyê, ji aliyê pişta xwe ve bi giranî hate birîndarkirin.
Herwiha Arman Ehmedî ji aliyê lingê xwe ve û Kosar Petiyam jî, ji aliyê destê xwe ve bi giranî birîndar bûne û bi sedema kûrahiya birînên xwe, ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Quds” a bajarê Pawê hatine veguhestin.


Di vî warî de zêde bixwînin