Mojgan Kawûsî hate girtin û ji bo girtîgehê hate veguhestin

Mojgan Kawûsî nivîskar û lêkolînera Kurd ya xelka Kelardeşta Mazenderanê ji bo birêvebiri

19 December 2023 19:35

 

Hengaw; Sêşemî 19ê Kanûna 2023an

Mojgan Kawûsî nivîskar û lêkolînera Kurd ya xelka Kelardeşta Mazenderanê ji bo birêvebirina sizayê 39 meh girtîgehê hate girtin û ji bo girtîgeha Tunekabon a Mazenderanê hate veguhestin. 

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 18ê Kanûna 2023an, Mojgan Kawûsî a lêkolînera Kurd piştî gazîkirin ji bo Taya Birêvebirina Sizayan a bajarê Kelardeştê ji bo birêvebirina sizayê 39 meh girtîgehê, bo girtîgeha Tunekabon a Mazenderanê hate veguhestin.

Mojgan Kawûsî beriya niha ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Sarî ve bi tohmeta “kombûn û lihevkirina dijî ewlehiya Îranê” bi 39 meh girtîgeh û "bêrêzîkirin bi Xamineyî" bi 15 meh û Yek roj girtîgehê û “propagenakirin li dijî hikûmetê” bi 8 meh girtîgehê hatibû sizadan. Li gorî yasaya serhevkirina sizayan, sizaya herî giran 39 meh girtîgeh ji bo niviskara Kurd dê were cîbicîkirin.

Ev çalakvana Kurd roja Sêşemî 3ê Çileya 2023an, piştî derbaskirina 104 roj ji girtîgehê, bi awayê demkî heta dawî qonaxên dadgehê bi danîna barimteya 3 milyard Tumenî ji girtîgeha Qa`êmşehrê hatibû berdan.

Mojgan Kawûsî roja Pênçşemî 22ê Îlona 2022an, di mala xwa a bajarê Kelardeştê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştre ji bo navendên ewlehî û girtîgeha Tunêkabonê hatibû veguhestin.
Lêkolînera Kurd sala borî di dema girtîgehê de bi “gendeliya li ser rûyê erdê” hatîbû tohmetbarkirin, lê piştre ji vê tohmetê hatibû lêborîn. Çalakvana hanê beriya nîha li Mijdara 2019an jî, ji ber çalakiyên xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Iranê ve hatibû sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin