Sine; Ferzad Gulmihemedî hate dervekirin

20 December 2023 13:05

 

Hengaw; Çarşemî 20ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina Ferzad Gulmihemedî yê girtiyê xelkê Kamêranê ku 8 sal beriya niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya Sinê de bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 20ê Kanûna 2023an, sizayê darvekirina Ferzad Gulmihemedî yê ciwanê 32 salî yê xelkê gundê "Palingan" yê ser bi bajarê Kamêranê di girtîgeha navendî ya Sinê de hate cîbicîkirin.

Hengawê roja Duşemî 18ê Kanûna 2023an, tevî ragehandina nûçeya veguhestina vî girtiyê ji bo odeya takekesî, hişyarî jî dabû li ser egera cîbicîkirina sizayê navbirî.

Ferzad Gulmihemedî 8 sal berî niha hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku ev girtiyê han di 18ê Kanûnê de jî, ji bo careke dinê ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibû veguhestin û piştî du rojan bo benda giştî hetibû vegerandin.

Nûçeya darvekirina Ferzad Gulmihemedî heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

 


Di vî warî de zêde bixwînin