Nerohniya çarenivîsa du penaberên Kurd piştî binavbûna belema wan di nav avên Feranse û Birîtaniyayê de

Du ciwanên penaber yên xelkê Pawê yên bi navên Nîma Şahsiwarî yê 24 salî û Hîwa

21 December 2023 09:56

 

Hengaw; Pêncşemî 21ê Kanûna 2023an

Du ciwanên penaber yên xelkê Pawê yên bi navên Nîma Şahsiwarî yê 24 salî û Hîwa Mistefayî yê 27 salî, di dema derbasbûn ji "Kanala Manş" a navbera Feranse û Birîtaniyayê de, belem wan binav bû û heyama 5 rojan e ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wan ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 15ê Kanûna 2023an, Nîma Şahsiwarî û Hîwa Mistefayî yên xelkê gundê Xaneqa yê ser bi bajarê Pawe yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, di dema derbasbûn ji avên navbera Feranse û Birîtaniyayê de, belema wan binav bû û heta niha bêserûşûn in û çarenivîsa wan diyar nîne.

Li gor nûçeyên ragihandinan û bi taybetî (Pasayîr Noyeperse) heya niha 64 kes ji penaberên wê belemê hatine rizgarkirin û rewşa tendirustiya hinek ji wan birîndaran pir xirab e.

Ev du ciwanên Kurd beriya niha bi rêya Tirkiyê ve derbasî welatên Ewropayê bibûn û ji vê derê jî xwastine derbasî Birîtaniyayê bibin, lê ji ber binavbûna belema wan hêşta çarenivîsa wan nediyar e.

Di vê heyamê de hin ji raporên medyayî yên navxwe derheq meşa ne asayî ya koçberan îşare kirine ku menca koçkirinê gihaye gundan jî. Di halekê de li gundekî ser bi bajarê Dereşar yê Îlamê 115 kes bo Ustraliyayê koç kirine.


Di vî warî de zêde bixwînin