Pîranşehr; Mamoste Îbrahîm Selîmî bi sê sal girtîgehê hate sizadan

Di berdewamiya sepandina sizayên girtîgehê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Komara Îslamî

21 December 2023 16:18

 

Hengaw; Pêncşemî 21ê Kanûna 2023an

Di berdewamiya sepandina sizayên girtîgehê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Komara Îslamî ya Îranê ve bi ser mamosteyên Kurd de, mamoste Îbrahîm Selîmî, xelkê Pîranşehrê ji aliyê yek ji tayên vê dadgehê ve li Urmiyê bi sê sal girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de mamoste Îbrahîm Selîmî, pêşnimêjê mizgefta "Çar Yarê Nebî" li Pîranşehrê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Komara Îslamî ya Îranê li Urmiyê bi sê sal girtîgehê hate sizadan.

Hengawê zaniye ku, ev mamosteyê Kurd bi tohmeta piştevanikirin ji tevgera Jin, Jiyan, Azadî û ragihandina piştevaniya xwe ji xwenîşanderan re, bi girtîgehê hatiye sizadan.

Mamoste Îbrahîm Selîmî, roja Sêşemî 31ê Çileya 2023an, ji aliyê Wezareta Îtilaatê li Pîranşehrê hatibû girtin û 20ê Şibatê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê hatibû berdan.

Di heyama vê mehê de, çar mamosteyên dinê yên xelkê Pîranşehrê yên bi navên Şerîf Mehmûdpûr, Silêman Ehmedî, Seyîd Cemaledîn Wajî û Yûnis Nûxah ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Urmiyê ve, bi giştî bi 11 sal girtîgehê hatine sizadan. Ev mamosteyên han bi tohmeta piştevanîkirin ji tevgera Jin, Jiyan, Azadî û tohmetên wek "hewldan li dijî ewlehiya netewî û xapandina hizra giştî" hatine sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin