Bane; Sê kolber ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve hatine birîndarkirin

Zaniyar Sebûr yê kolberê xelkê Bokanê û du kolberên din ên xelkê Seqizê yên bi navên Wefa R

22 December 2023 16:59


Hengaw; Înê 22ê Kanûna 2023an

Zaniyar Sebûr yê kolberê xelkê Bokanê û du kolberên din ên xelkê Seqizê yên bi navên Wefa Resûlnijad û Mihemed Wekîlî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê bi dijwarî hatine birîndarkirin û rewşa tendirustiya Wefa Resûlnijad xirab e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 20ê Kanûna 2023an, Zaniyar Sebûr yê 23 salî û xelkê Bokanê û Mihemed Wekîlî yê xelkê Seqizê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Banê bi dijwarî hatine birîndarkirin. Mihemed Wekîlî ji aliyê pişt û sermilê xwe ve hatiye birîndarkirin.

Beriya vê yekê jî, roja Sêşemî 19ê Kanûna 2023an, kolberkî din yê bi navê Wefa Resûlnijad yê 28 salî û xelkê Seqizê li ser sînorê "Hengejale" yê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatiye birîndarkirin. 

Wefa Resûlnijad bi gulleya rasterast û bi çekên şer ji aliyê tenişt xwe ve birîndar bûye û ji bo navendeke pizişkî li Tewrêzê hatiye veguhestin û rewşa tendirustiya wî gelek baş nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin