Du girtiyên Lor di girtîgeha navendî ya Xuremavayê de hatine darvekirin

Sizayê darvekirina Keremulah Loristanî û Husên Papî, du girtiyên Lor ên li girtîgeha navendî ya Xu

23 December 2023 15:25

 

Hengaw; Şemî 23ê Kanûna 2023an

Sizayê darvekirina Keremulah Loristanî û Husên Papî, du girtiyên Lor ên li girtîgeha navendî ya Xuremavayê bi rê ve çû. Ev du girtiyên han berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûn sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 23ê Kanûna 2023an, sizayê darvekirina Keremulah Loristanî yê 50 salî û Husên Papî yê 43 salî, du girtiyên xelkê bajarê Birucêrdê yê girêdayî parêzgeha Loristanê di girtîgeha navendî ya Xuremavayê de hatine cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, Husên Papî heft sal beriya niha û Keremulah Loristanî jî piştî sê salan xweveşartin, di dawiyê de çar sal berî niha hatibûn girtin. Ev du girtiyên han di dosyeyeke hevpar de bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan.

Ev girtiyên han roja Pêncşemî 21ê Kanûna 2023an, ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Xuremavayê hatibûne veguhestin.

Nûçeya darvekirina van du girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin