Salih Nîkbext di balafirxaneya Xumeynî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hate lêpêçînkirin û dest bi ser xelata Saxarov de girtin

Salih Nîkbext yê parêzerê navdar û parêzerê malbata Jîna Emînî, piştî wê ku ji Feransayê vegeriya, di b

23 December 2023 21:48

 

Hengaw; Şemî 23ê Kanûna 2023an

Salih Nîkbext yê parêzerê navdar û parêzerê malbata Jîna Emînî, piştî wê ku ji Feransayê vegeriya, di balafirxaneya Xumeynî ya Tehranê de, ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî lêpirsînê hat û lewheya xelata Saxarov a Jînayê ku ji aliyê parlemana Ewropayê ve hatibû danê, ji aliyê hêzên ewlehî ve dest bi ser de hate girtin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Înê 22ê Kanûna 2023an, hêzên ewlehî yên cihgir di balafirxaneya Xumeynî ya Tehranê de, tevî destbiserdegirtina xelata Saxarovê ji Salih Nîkbext, ew rastî lêpêçînê hat û hêzên ewlehî dest bi ser pasaport û telefona wî de girtin.

Salih Nîkbext, di 12ê Kanûna 2023an de, ji ber qedexeya çûna derê ya malbata Jîna Emînî, bi nûneratiya vê malbatê di parlemana Ewropayê de amade bû û xelata salane ya Saxarov a Yekîtiya Ewropayê ku bi Jîna Emînî û tevgera Jin Jiyan Azadî re hatibû bexşîn, wergirt.

Ev merasime di binkeya parlemana Ewropayê de li bajarê Strasborg yê ser bi Feransayê hate lidarxistin û xelat ji Salih Nîkbext yê parêzerê malbata Jîna Emînî û xwîşka Hedîs Necefî ya bi navê Efsûn Necefî û Mêrsede Şahînkar ji qurbaniyên tevgera Jin Jiyan Azadî re hate bexşîn.

Her çend parlemana Ewropayê malbata Jîna Emînî ji bo beşdariya di vê merasimê de vexwandibû, lê roja Înê 8ê Kanûnê, berpirsên Komara Îslamî ya Îranê rê li ber çûna Emced Emînî, Mozhgan Êftixarî û Eşkan Emînî bo Feransayê li balafirxaneya Xumeynî ya Tehranê girtin.

Xelata “Andrey Sakharov” ji dijberê berê yê Soviyeta berê, bilindtirîn rêzlênana Yekîtiya Ewropayê ye ku ji çalakvanên mafê mirovî û herwisa parêzerên azadiyên bingehîn û nemaze azadiya ramanê re tê danê. Ev xelate yekem car di sala 1988an de bi her yek ji “Nîlson Mandêla û Ananvîlî Marçîno, herwiha sala borî jî bi “xelkê zîrek û nertirs ên Ukraynayê” re hate bexşîn.

Salih Nîkbext, di Hezîrana îsal de ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer Emûzade bi tohmeta “propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê” bi salek girtîgeh û qedexeya çalakîkirin bo heyama du salan di nav torên civakî de bi ser de hatibû sepandin.

Salih Nîkbext yê temen 72 salî û xelkê Seqizê, roja Şemî 11ê Adara 2023an, ji aliyê Taya 2 a Lêpirsîna Dadgeha Êvînê ve, bi tohemta “propagende li dijî hikûmetê” rastî sizayan hat. Piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate berdan.

Saleh Nîkbext, parêzerê bingehîn yê dadweriyê, nûnertiya dosyeya Jîna Emînî û gelek ji girtiyan û tohmetbarên siyasî yên ku cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, girtiye stûyê xwe.


Di vî warî de zêde bixwînin