Mehmûd Sadiqî di heştemîn sala girtina xwe de ji hemû mafên xwe yên sereke bêpar e

Mehmûd Sadiqî yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Kamêranê ku 2667 roj in di girtîg

04 February 2024 18:52

 

Hengaw; Yekşemî 4ê Şibata 2024an

Mehmûd Sadiqî yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Kamêranê ku 2667 roj in di girtîgehê de ye, ji dema girtinê ve heya niha ji mafê azadiya demkî (mirexesî) û hin mafên dinê bêpar bûye. Navbirî birayê hevjîna Heyder Qurbanî, girtiyê siyasî yê Kurd ku sizayê darvekirina wî li 19ê Kanûna 2021an hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mehmûd Sadiqî yê girtiyê siyasî yê Kurd di girtîgeha navendî ya Sinê de, tevî derabskirina heft sal û sê meh û 20 roj girtîgehê, herwisa bi givaşên saziyên ewlehî ji vergirtina mafê mirexesî bêpar e.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mehmûd Sadiqî heya niha çend caran daxwaza veguhestinê bo girtîgeha Kamêranê kiriye, lê her carê berpirsên girtîgehê û saziyên ewlehiyê dijayetî kirine.

Mehmûd Safiqî, meha Şibata 2020an ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Seîdî bi tohmeta "hevkarîkirin bi bexî re" bi 25 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Ev girtiyê han ji tohmetên ewlehî yên weke "hevkarîkirin li kuştin û hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurfstana Îranê re" ku ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Keyferî ya Yekem a parêzgeha Sinê ve bi sî sal girtîgehê hatibû sizadan, bêtawan derçû.

Mehmûd Sadiqî, roja 16ê Cotmeha 2016an, digel hevjînê xwîşka xwe Heyder Qurbanî yê girtiyê siyasî yê Kurd ê îdamkirî, di mala xwe de hatibû girtin.

Navbirî piştî binçavkirinê heyama sê mehan li girtîgeha îdareya Îtilaata Sinê di bin zext û givaşên derûnî û fîzîkî de bû û di dawiyê de bo girtîgeha Kamêranê hate veguhestin. Navbirî piştî pênc mehan bo girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhestin û niha jî di vê girtîgehê de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin