Rewşa xirab a Mutelib Ehmediyan di çaremîn sal a girtinê de; Ji dermankirinê jî bêpar e

Mutelib Ehmediyan, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Banê ku heta niha 4,872 roj

06 February 2024 20:54

 

Hengaw; Sêşemî 6ê Şibta 2024an

Mutelib Ehmediyan, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Banê ku heta niha 4,872 roj girtîgeh derbas giriye, ji ber tûşbûn bi çend nexweşiyan, bi astengî û rêgirîkirina berpirsên girtîgehê re rû bi rû ye û ji mafê tedawiyê û dermankirinê bêpar e.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, girtiyê siyasî yê 38 salî yê bi navê “Mutelib Ehmediyan” li girtîgeha Êvînê, çend sal e ku tûşî nexweşiya fitqa diyafragmayê, tengiya kanala demarên piştê û îltihaba mîzê bûye û hîn bi bê guhdana pizîşkî, ji vê nesaxiyê êşê dibîne.

Nexweşiyên Mutelib Ehmediyan ji ber ku yek ji wan bi temamî nehatine dermankirin, ber bi zêdebûnê ve diçe û ev yeka jî bûye sedema zêdebûna aloziyan li ser tendirustiya wî ya derûnî û laşî.

Hêjayî gotinê ye ku Mutelib Ehmediyan di Mijdara 2022an de, ji bo ku qonaxa yekem ji sê qonaxên neştergeriya (beyze), bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin, lê rojek piştî neştergeriyê û bi bê ku heyama dermankirinê bi dawî bibe, bo girtîgehê hate vegerandin.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd, roja 29ê Çileya 2024an, hevdem digel birêveçûna sizayê darvekirina girtiyên Kurd, Muhsên Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerabara û Pêjman Fatihî, dest avêtibû bi gireva birçîbûnê û ji ber xirabûna rewşa tendirustiya xwe, roja 30ê Çileyê dev ji mangirtina xwe berda.

Berê jî parêzerê Mutelib Ehmediyan, bi sedema pêşdeçûna nexweşiyên vî girtiyê siyasî, daxwaza rawestandina cezayê wî yê dirêj ê girtîgehê kiribû, ku di dawiyê de bi sedema destêwerdana Wezareta Îtilaatê di proseya biryara komîsyona pizîşkî de ev daxwaza yasayî hatibû redkirin.

Mutelib Ehmediyan piştî derbaskirina 230 roj li odeya takekesî û îşkencekirinê, bi tohmeta “muharibe bi rêya endamtiya Partiya Komele ya Kurdistana Îranê” bi 30 sal girtîgehê hate sizadan.

Ew herwisa di du dosyeyên dinê de bi tohmeta “hatinûçûna neyasî li sînorê welat” bi valakirina milyonek Riyal sizayê nexdî  û salek girtîgehê û herwisa bi tohmeta “beşdarîkirin di qetilê de” bi 9 sal girtîgehê û valakirina nîveya pereyê xwîna kuştî û 20 milyon Tumen sizayê nexdî hatibû sizadan.

Ev girtiyê siyasî, roja 5ê Cotmeha 2010an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin. Navbirî di niha de li rewşeke gelek xirab a fîzîkî û derûnî di benda 4 a girtîgeha Êvînê de sizayê 30 sal girtîgehê ku bi ser de hatiye sepandin derbas dike.


Di vî warî de zêde bixwînin