Dêwulan; Girtina du welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve

Zubeyir Husênpenahî û Ebas Husênpenahî, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Dêwul

08 February 2024 10:42

 

Hengaw; Pêncşemî 8ê Şibata 2024an

Zubeyir Husênpenahî û Ebas Husênpenahî, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Dêwulanê pîştî serdankirina mala dayîk û bavê Mihemed Feramerzî yê girtiyê siyasî yê darvekirî, bi awayekî hovane ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 7ê Şibata 2024an, Zubeyir Husênpenahî yê 32 salî û Ebas Husênpenahî yên xelkê gundê "Qurûçay" ê girêdayî bajarê Dêwulanê bi awayekî hovane ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhestin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, di dema girtina wan du welatiyên Kurd de, serê Zubeyir Husênpenahî hatiye şikandin û herwih hêzên ewlehî dest danîne ser kelûpelên wan ên taybet jî.

Hengaw agehdar bûye ku ew du welatiyên Kurd pîştî serdankirina mala dayîk û bavê Mihemed (Hejar) Feramerzî ku sizayê darvekirina wî digel sê welatiyên dinê li 29ê Çileyê hatibû birêveçûn, hatine girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û tohmetên li dijî wan du welatiyane hatinî sepandin û cihê ragirtina wa ti zanyariyek li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin