Çar kolber li ser sînorê Banê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî hatine birîndarkirin

Sê kolberên ciwan ên xelkê bajarê Seqizê ku nasnameya wan bi Sitar Şêxî, Eyûb Mihemdzade û Eta

24 December 2023 13:39

 

Hengaw; Yekşemî 24ê Kanûna 2023an

Sê kolberên ciwan ên xelkê bajarê Seqizê ku nasnameya wan bi Sitar Şêxî, Eyûb Mihemdzade û Eta Sadiqî hatiye zanîn û kolberk din ê bi navê Burhan Rehmanî yê xelkê Dîwandereyê, di dema kolberiyê de li ser sînorê bajarê Banê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi giranî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 23ê Kanûna 2023an, kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Eta Sadiqî yê 35 salî, di dema kolberiyê de li sînorê "Hengejale" yê Banê bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetî hate birîndarkirin û ji bo tedawiya pizîkî bo nexweşxaneya Şîfa ya Seqizê hatiye veguhastin.

Herwisa roja Înê 22ê Kanûna 2023an, Sitar Şêxî yê 27 salî û Eyûb Mihemedzade yê 30 salî, kolberên xelkê Seqizê li sînorê "Hengejale" yê Banê bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetî hatine birîndarkirin.

Hengawê zaniye ku, Eyûb Mihemedzade, bi sedema kûrahiya birînên xwe, ji bo tedawiya pizîşkî bo nevendên dermanî hatiye veguhetin.z


Di vî warî de zêde bixwînin